Pevçûnên di navbera HSD û komên ser bi Tirkiyê ve
Çavkaniyên nûçeyan basa pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û komên ser bi Tirkiyê ve kirin.
Şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û komên ser bi Tirkiyê de, li bendava Tişrînê li dorhêla navçeya Minbicê rû da. Di heman demê de, bi berdewamiya êrîşên esmanî û topaxaneyî yên giran ên Tirkiyê ser deverên Kobanî, Reqe û Hesekê, nakokî di navbera Kurdên Sûriyê û komên ser bi Tirkiyê de gurtir bûne.
Di van şer û pevçûnan de zêdetirî 70 kuştî û birîndar hene û rewşa navçeyên bakurê Sûriyê gelekî aloz bûye. HSD`ê ragihand ku ji ber êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyê, bendava Tişrînê di bin metirsiya rûxandinê de ye û ev mijar dê karesateke mirovî li tevahiya navçê pêk bîne. Ji aliyeke din ve rojnama Îbranî ya Îsraîl Hayom eşkere kir ku Rejîma Siyonîst plana çêkirina mekanîzmayeke navnetewî ji bo dabeşkirina Sûriyê li ser çend deveran dinirxîne. Ev mijar di civînekê de bi serokatiya Îsraîl Katz, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst hat gotûbêjkirin. Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku Rejîma Siyonîst dil nîne ji navçên dagirbûyî li Sûriyê derkeve.
Hevdem, Emîr Seîd Îrewanî, balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî(NY) bi ragihanda piştevaniya Îranê ji pêkanîna hikûmeteke giştalî li vî welatî got: Biryarên derbarê dahatiya Sûriyê de divê tenê ji aliyê gelê Sûriyê ve bêyî destwerdan û zextanîna biyaniyan bê dayîn.
Wî got: vekişîna Îranê ji Sûriyê jî bi awayeka berpirsane û bi berçavgirtina bandorên muhtemel li ser gelê Sûriyê cih hat. Balyozê Îranê û nûnerê daîmî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir: Îran piştevaniya pêkanîna hikûmeteke giştalî bi rêya hilbijartinên azad û dadmend û gotûbêjeke niştimanî ya giştalî dike ku nûnertiya hemû pêkhateyên etnîkî, siyasî û olî garantî bike.