Çile 09, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî: Em her pirojeyekî ji bo perçekiirna Sûriyê red dikin

Serfermandê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) rêkevtina bi desthilatdarên nika yên Sûriyê ragihand û got: Me bi desthilatdarên Sûriyê re li ser redkirina her pirojeyekê ji bo perçekirina vî welatî, lihev kir.

Mezlûm Ebdî, serfermandê HSD`ê Ajansa nûçeyan a Firans Pirêsê re got, Me bi desthilatdarên Sûriyê re li ser redkirina her pirojeyekê ji bo perçekirina vî welatî, lihev kir. 

Mezlûm Ebdî herwiha got: Meha derbasbûyî hevdîtineka erênî ya taxima HSD`ê bi desthilatdarên nika yên Sûriyê re li Şamê hebû. Serfermandê HSD`ê destnîşan kir, di civîna me ya bi desthilatdarên nû yên Şamê de me ragihan, em piştgirê yekperçetî û istiqrarê li axa Sûriyê ne û em her pirojeyekî ku bixweze Sûriyê perçe bike red dikin.

 

Serepeyv