Kanûn 18, 2024 18:05 Asia/Tehran

Leşkerên sîyonîst liv û tevgerên xwe li başûra Sûrîyê didomînin û ketin hin navçeyên din ên vî welatî.

Piştî ketina hikûmeta Bişar Esed li Sûrîyê, Rejîma Sîyonîst êrişên ser wî welatî zêde kirîye û bi sedan carî êrişî navendên leşkerî yên Sûrîyê kirîye û bilî wê ketîye başûra vî welatî. 

Leşkerên Rejîma Sîyonîst liv  ûtevgerên xwe li herêma Quneytere ya Sûrîyê zêde  ûxurt kirine û di vê çarçovê da hin boldozêr li herêma hanê bi cih kirin.

Leşkerên sîyonîst ketin gundên Seyda Colan û Seyda Hanot li başûra Quneyterê û dest bi lêgerînê kirin.

Leşkerên sîyonîst herwiha rê nadin ku dezgeh û rêxistinên navdewletî alîkarîyan derbasî Quneyterê bikin.

Rejîma Sîyonîst di çend rojên buhurî da êrişî zêde ji 500 cîyî li Sûrîyê kirîye ku pirranî binesazîyên berevanî û sivîl bûne ku hatine jinavbirin û ev êriş û destdirêjî ser axa Sûrîyê di halekî da ne ku hikimdarên nû yên Sûrîyê ku dew û doza sekinîna hibmerî Rejîma Sîyonîst dikin, heta vê gavê hibmerî cinayetên Rejîma Sîyonîst bêdeng mane.

Di vî halî da Xîyas Sûrçî endamê YNKê gotîye ku Amerîka, Rejîma Sîyonîst, Tirkîye û hin welatên rojavayî rola sereke di tundkirina qeyrana Sûrîyê da hene û qeyrana li Sûrîyê, planeke ji pêş va amadekirî bû. 

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtina digel General Kêvîn Lêhî Fermandarê Hêzên Hevalbendîya Navdewletî li Iraq û Sûrîyê da gotîye ku bila maf û cîgeha kurdan li Sûrîyeye demokiratîk û yekgirtî were garantîkirin. 

Serepeyv