HSD: Ya ku li Lîbiyê qewimî muhtemel e li Sûriyê jî biqewime
Kanûn 15, 2024 18:08 Asia/Tehran
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ragihand em dilnîgeran in ya ku li Lîbiyê qewimî li Sûriyê jî biqewime.
Ebdulselam Ehmed amajeyî nakokiyên di navbera komên çekdar ên serdest li ser vî welatî da kir û li ser nijyara nû ya desthilatdar li ser Sûriyê ragihand ku neyarên çekdar pêvajoya siyasî ya li Şamê di hikûmeteka demkî yan veguhestinê bo mideha 3 mehan birêve dibin. Di eynî demê da hinek hêzên çekdar li ser têkbirina hikûmeta berê lihev kirine, lê li ser şiklê hikûmeta dahatî ya siyasî lihev nekirine.