Serfermandarê HSDê: Muzakireya netewî ya berfire rêya pêkhatina doza gelê Sûrîyê ye
Serfermandarê HSDê pêgirî kir ku muzakireya netewî ya berfire rêya pêkhatina armanc û doza gelê Sûrîyê ye.
Mezlûm Ebdê Serfermandarê HSDê piştî wêdaçûna Bişar Esed ji hikimdarîya Sûrîyê got ku rêya pêkhatina doz û armancên gelê Sûrîyê têkildarî aştî û dadê ji muzakireya netewî ya berfire derbas dibe. Wî herwiha got: Em hêcî dikin lihevkirina ser agirbesê veguhere lihevkirineke berfire.
Berî ku komên neyar ên çekdar ên sûrî li Şamê û parêzgehên din serdest bibin û ber bi deverên bakura Sûrîyê va ku di bin kontrola kurdan da ne, pêş da herin, Mezlûm Ebdê gotibû ku yê di dema herî zû ya pêkan da hêzên di bin fermana xwe da ji şarê Minbicê derxe.
Neyarên çekdar ên sûrî piştî serdestbûna li Şamê, hikûmeteke demkî ji bo birêvebirina karên Sûrîyê pêk anîne.