Çile 29, 2023 14:51 Asia/Tehran
  • “Ti belgeyeyke zanistî bo îdiaya bikaranîna çekên Kîmyayî ji hêla Şamê ve tine”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê, di daxûyaniyekê de li hember rapora tîma lêkolînê ya Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî û îdiaya wê derbarê bikaraîna gazên jehrdar di êrişa ser navçeya Dûmayê ji hêla hikûmeta vî welatî ve bertek nîşan da.

 Wezareta Karên Derve ya Sûriyê di daxûyaniyekê de rapora tîma lêkolînê ya Rêxistina Qedexeya Çekên Navokî (OPCW) derbarê bikaraîna gaza Klorê di êrişa ser navçeya Dûmayê li Nîsana 2018’an ji hêla Sûriyê va red kir û ragihand ku ji vê îdiayê re ti belgeyên qanûnî tine ne.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye ku ji vê raporê re ti belegeyên zanistî tinene û ti kesekî aqil û pispor nikare encamên xalifîner ên amadekerên vê raporê bi dest bixe, ji ber ku ku belege û şehediyên karzan û çavdêrên berê û biezmûn ên vê rêxistinê di rapora hanê de nehatine berçavgirtin.

 Wezareta Karên Derve ya Sûriyê her wiha ji hemî welatên endamê Konvensyona Qedexeya Çekên Kîmyayî û NY’yê xwest ku bila bi erka xwe ya parastina serbixwetî, hitbar û pêşeroja vê rêxistinê re rabin û nehêlin Amerîka û hin welatên erebî bi serdestiya ser vê rêxistinê, rola xwe hebin û bona gihêştina bo armancên xwe meseleyê siyasî bikin.

 

Serepeyv