Bicihkirina nîv mlyon kesên hawirde li malên kurdên Efrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i338728-bicihkirina_nîv_mlyon_kesên_hawirde_li_malên_kurdên_efrînê
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê idia kir ku ji dema dagirkirina herêma kurdnişîn a Efrînê bi destê Tirkîyê di sala 2018ê va, beşeke zêde ya kurdên wî şarî aware bûne û 500 hezar erebên hawirde li dewsa wan hatine bicihkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2023 12:47 Asia/Tehran
  • Bicihkirina nîv mlyon kesên hawirde li malên kurdên Efrînê

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê idia kir ku ji dema dagirkirina herêma kurdnişîn a Efrînê bi destê Tirkîyê di sala 2018ê va, beşeke zêde ya kurdên wî şarî aware bûne û 500 hezar erebên hawirde li dewsa wan hatine bicihkirin.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê di raporekê da basa hewla sîstematîk a Tirkîyê ji bo guhertina demogirafîya herêma kurdnişîn a Efrînê bi alîkarîya çekdarên qaşoa Artêşa Azad a Sûrîyê li bakur-rojavaya Sûrîyê kir.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ku meqera wê li Londonê ye, di rapora xwe da ragihand ku ji dema dagirkirina herêma kurdnişîn a Efrînê bi destê Tirkîyê di sala 2018ê va, 500 hezar welatîyên sûrî yên niştecihê deverên din ên vî welatî ji wan ên Şam, Hums, Hema, Idlib, Reqqa, Dêrezor û Hesekê li seranserê herêma Efrînê bilî çend gundên devera Şêrawa hatine bicihkirin.

Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê herwiha ragihand ku bi dehan hezar çekdar û serhildêr vê dawîyê li malên kurdên Efrînê hatine bicihkirin ji ber ku bi hezaran kurdan di encama êrişa Tirkîyê û çeteyên ser bi Enqerê ya di sala 2018ê da Efrîn terikandin û aware bûne.