Çile 04, 2023 19:30 Asia/Tehran
  • Sûrîye û HAMAS’ê peywendîyên xwe piştî 10 salan vejîyandin

Desteyeke sîyasî ya Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) bi serokatîya Xelîl Heyye çû Şamê û bi vî awayî dawî li qutbûna dehsalî ya peywendîyên sîyasî yên vê tevgerê û hikûmeta Sûrîyê hat anîn û her du alîyan peywendî vejîyandin.

Desteya sîyasî ya HAMAS’ê digel desteya komên curbicur ên Berxwedana Filistînê çûye Şamê û bi Serokkomarê Sûrîyê Bişar Esed ra hevdîtin pêk anî.

Xelîl Heyye di vî warî da got: Îro rojeke mezin û girîng e ku em careka din seredana Sûrîyeya xweşdivî dikin û çalakî û pêngavên hevpar digel hemî alîyên neteweyî, islamî û filistînî ji nû ve dest pê dikin. Em herwiha radigihînin ku hez dikin bi hikûmeta Sûrîyê ra di warê piştgirîya ji meseleya Filistînê û girîngtir ji wê yanî pêkanîna yekitî, istiqrar û yekperçetîyê da hevkarî bikin.

Berdevkê HAMAS’ê Ebdulletîf Qanû jî di vî warî da got: Peywendîya digel hikûmeta Sûrîyê di çarçova sekinîna hibmerî berfirebûna hejemonîya Rejîma Sîyonîst a li cîhana ereban û piştgirîya ji meseleya Filistînê pêk hatîye û em pêgirîyê ser peywendîya stiratejîk a digel hikûmeta Sûrîyê dikin û hewil didin ku berxwedana gelê xwe xurt bikin.

 

Serepeyv