Artêşa Tirkiyê hin navçeyên Til Rifet, Şehba û Eyn Îsayê topbaran kirin
Cotmeh 14, 2022 11:35 Asia/Tehran
Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê bi dijwarî navçeya Til Rifet û gundê Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê topbaran kirin. Heta niha zêdetirî 180 top li herêmê ketine.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, Artêşa Tirkiyê bi dijwarî navçeya Til Rifet û gundê Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê topbaran kirin. Heta niha zêdetirî 180 top li herêmê ketine.
Vê ajansê her wiha ragihand ku Artêşa Tirkiyê kampa Eyn Îsa topbaran kir.
Lê hîn agahiyên dîtir der barê topbaranê de nehatin bidestxistin.