Êrîşa duyem li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê pêk hat
Çavkaniyên fermî yên Sûriyê ragihand ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê li rojhilatê vî welatî bo cara duyem kete ber êrîşê.
SANA Newsê roja Pêncşemiyê ragihand ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê li meydana neftê ya Konîkoyê li parêzgeha Dêrazora rojhilatê Sûriyê bo cara duyem kete ber êrîşa bi roketan.
Li gorî vê raporê, piştî êrîşa roketî li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê li meydana neftê ya Konîkoyê, dengê çend teqînan li vê baregehê hat bihîstin û hîn diyar nebûye ka ji ber vê êrîşê kesek hatiye kuştin an na.
Çavkaniyên navbirî her wiha ragihand ku hêzên Amerîkayê bilez navçeyê dorpêç kiriye û hevdem firokeyên leşkerî yên Amerîkayê li cihê êrîşê dest bi firrînê kirine.
Ev rapor di halekî da hatiye weşandin ku du baregehên leşkerî yên artêşa Ameerîkayê şeva derbasbûyî li meydana neftê ya El-Umerê û meydana gazî ya Konîkoyê li rojhilatê Sûriyê ketine ber roketan.