Tebax 21, 2022 17:34 Asia/Tehran
  • Kirêgirtiyên Tirkiyê bi topan êrîşî ser Reqaya Sûriyê kir

Komên terorîst ên bin sîvana piştevaniya Tirkiyê careke din navçeyên ewleh li du deverên Girê Sipî û Eyn Îsayê li bakûrê parêzgeha Reqaya Sûriyê topbaran kirin.

Li gorî rapora SANA Newsê, Hêzên bin piştevaniya Tirkiyê roja Yekşemiyê hin navçeyên bakûrê parêzgeha Reqayê dane ber êrîşên giran ên bi topan û gelek ziyan pêk anîn.

Çavkaniyên sûrî ragihand ku Tirkiyê û kirêgirtiyên wê vê dawiyê êrîşên xwe li ser van deveran bi armanca neçarkirina niştecihan bo koçkirinê û vekirina destê komên terorîst ji bo serdestiya ser mal û zeviyên xelkê zêde kirine. Heman karên ku li gelek deverên Heseke, Reqa û Dêrazorê pêk anîne.

Di encama êrîşa 16ê Tebaxê ya hêzên ser bi Tirkiyê li ser cihwarên jiyanê li Seydayê, derdora rêya navneteweyî ya M4ê û derdora Girê Sipî, hejmareke welatiyên sivîl hatin kuştin an birîndar bûn.

 

Serepeyv