Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di êrîşên dronan de 138 kesan canê xwe ji dest dane
Di nav 10 rojên destpêka vê meha Tebaxê de, Tirkiyê 9 êrîşên bi Dronan li nav xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne. Bi vê yekê jî, hejmara êrîşên bi dronan ji destpêka vê salê ve gihiştiye 51 êrîşan, di encama wan de 138 kesan canê xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Ji destpêka sala 2022an ve, 51 êrîş bi dronan hatine pêkanîn, 49 kesan canê xwe ji dest daye, 6 ji wan sivîl in, di nav de 2 zarok in. Her wiha 13 jin di nav de Jiyan Efrîn, Cîgira fermandarê Giştî yê HSD'yê ye, 43 kes ji hêzên leşkerî ne, 89 kes birîndar bûne.
Hin çavdêr û şopîner dibêjin ku zêdebûn êrîşên bi Dronan û topbaran hin pêgehan li gundên sînorî nîşana wê yekê ye ku rê nehatiye dayin ku Tirkiyê operasyoneke nû li dijî navçeyên Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne lê hin çavdêr jî van êrîşan wek rêxweşkirin li pêş êrîşeke nû dinirxînin.
Ji destpêka vê mehê ve, Tirkiyê 9 Caran bi dronan êrîşî navçeyên cuda yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kiriye, di wan êrîşan de 13 kesan canê xwe ji dest dane û 14 kes birîndar bûne.
Roja 4ê vê mehê jî, droneke Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê yê navçeya Şehbayê bombebaran kir, 9 welatiyên Kurd ku di nav wan de 6 zarok jî hebûn birîndar bûn.
Roja 3ê vê mehê jî Tirkiyê bi dronekê kesek li gundê Til Cuma yê Aşûriya li rojavayê nahiya Til Temirê bombebaran kir, di encamê de wî kesî canê xwe ji dest da, heta niha nasnameya wî kesî nehatiye eşkere kirin.