Li Efrînê grûpa Cebheya Şamî malên xelkê difiroşin
Li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê, grûpa Cebheya Şamî ser bi Tirkiye 4 apartmanên xelkê dest danîn ser wan û her şuqeyek bi 800 dolaran firotin, hevdem dest danîn ser mal, zeviyê çandiniyê û hingareke xwedîkirina pez ku 150 serî di nav de bûn firotin.
Li gorî rapora Rûdawê, Li gor çavkaniyên Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, roja 27ê Temûzê Li taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê, grûpa Cebheya Şamî ser bi Tirkiye 4 apartman-şuqeyên xelkê dest danîn ser wan û her şuqeyek bi 800 dolaran firotin, hevdem dest danîn ser mal, zeviyiyekî çandiniyê û hingareke xwedîkirina pez ku 150 serî di nav de bûn a welatiyekî Ereb û firotin.
Li gor heman çavkaniyan, berî wê bi rojekê jî , çekdarên grûpa Cebheya Şamî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dest danîbûn ser 4 xaniyan û her xaniyek di navbera 1200-1800 dolaran firotibûn, ku xwediyên wan xelkê Cindêrisê û Mabatayê ne.
26ê Temûzê jî, li Şeraya Efrînê çekdarên grûpa Melîkşah ser bi Tirkiye 100 dolar bac ferz kiribûn ser her rezekî tirî û zeytûnan.