Li Dêrazora Sûriyê çeteyekî DAIŞê hate kuştin
Di operasyoneke hevpar a QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dêrazorê de çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin û çeteyek jî hate kuştin.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona hevpar a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku duh li rojhioatê Dêrazorê pêk hatiye, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Yekîneyên taybet ên QSD`ê, bi piştevaniya bejahî û hewayî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh (12`ê Tîrmehê) li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ`ê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.
Operasyon li herêma El-Zur li dijî 2 çeteyan pêk hat. Ew çete di leşkerkirina çeteyan di nava DAIŞ`ê de, çêkirina mayînan li kêleka serçeteyekî DAIŞ`ê û veguhastina wan ji bo şaneyan kar dikir, her wiha beşdarî êrişên li dijî endamên hêzên me yên leşkerî li gundewarên Dêrazorê bûne.
Hêzên me bi ser cihê her du çeteyan de girt, çeteyek hat girtin û çeteyê din jî reviya, piştre ji cihê ku lê xwe veşartibû gule li hêzên me reşandin. Di şer de ew çete hat kuştin.
Hêzên taybet cih kontrol kir û çek û pêdiviyên li malên wan tevî belgeyên li gel wan, desteser kirin.
Xebatên hevbeş ên Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî li dijî terorê ji bo rawestandina tevgera şaneyên DAIŞ`ê û şaneyên din ên terorîst ên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak, her wiha ji bo dûrxistina gefa li ser jiyana şêniyan û mayîndekirina aramî û îstiqrarê li herêmê, dewam dikin.”