Xelkê Fransayê naxwazin welatiyên wan ên li Kampa Holê bêne vegerandin
Fransa berî çand rojan 35 zarok û 16 jin ji malbatên terorîstên DAIŞê ên Fransî li Kampên bin destê kurdên Sûriyê vegerandin Fransayê. Li gorî rapirsiya sala 2019an a Saziya Odoxa-Dentsu Consulting a Fransî, ji her 10 kesên Fransî 7 kes li dijî vegeraninda zarokên terorîstên DAIŞê yên Fransî bûn.
Berpirsê Ewlekariya Niştimanî û Dije Teror a Fransayê Laurent Nunez dibêje hîn derdora 100 jin û 250 zarok ên Fransî li Kampên Holê û deverên din ên bin deshilata kurdên sûrî hene.
Laurent Nunez anî ziman, “Hemû welatên Ewropî, ji wan jî Fransa, giringiyê didin vegerandina zarokan. Hejmarek ji welat bi vê gavê rabûn, wek Belçîka, Denmark û Holandayê, wan zarok û hinek dayikên wan ji ber sedemên mirovî vegerandin.”
Fransa nîgerane derbarê vegerandina welatiyên xwe yên ku tevî DAIŞê bibûn.
Berpirsê Ewlekariya Niştimanî û Dije Teror a Fransayê her wiha got, “Bi rastî ew navçe him ji aliyê jiyopolîtîk ve û him jî ji aliyê metirsiyên DAIŞê ve ne aram e. DAIŞ hewl dide êrîş bike ser wan kampan, lewra divê em rewşa ewlekarî li ber çav bigirin. Wate divê em nehêlin ew kes di jiyaneke dirindane de winda bibin û baştir e em wan vegerînin Fransayê û wan bixin bin kontrola dadgeha Fransî.”
Berî vegerandina welatiyên xwe yên vê dawiyê ji 2016an ve Fransa 126 zarok ji Sûriyê vegerandibûn.
Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê dikeve, li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî derdora 60 hezar kes ji malbatên terorîstên DAIŞê tê de hene ku piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê di Adara 2019an de ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ve ew bo wê kampê hatibûn veguhestin.
Neteweyên Yekbûyî berî niha hişyarî dabû ku rewşa ewlekarî ya xelkê li Kampa Holê gelekî metirsîdar e û tenê ji destpêka vê salê ve 24 kes li wir hatine kuştin.