Hezîran 26, 2022 13:50 Asia/Tehran
  •  Efrîna dagirkirî: Çeteyên girêdayî bi Tirkiyê 3 welatiyên din revandin

Çeteyên girêdayî bi Tirkiyê piştî ku li pêş xizmên wan li wan da, 3 welatî ji navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa da zanîn ku çeteyên “Feyleq El-Şam” ên bi serkêşiya “Ebû Idrîs” 3 welatî ji şêniyên gundên Fafirtîn û Burc Qasê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî, revandin.

Li gorî çavkanîyî, navên welatiyên hatine revandin wiha ne; Yasir Cuma Elo, Xelîl Ehmed Şawtî yên ji gundê Fafirtînê û Mihemed Ehmed Silêman ê ji gundê Burc Qasê.

Heman çavkanîyî got çeteyan li pêş xizmên welatiyên revandî li wan daye û dijûn ji wan re kirine, piştre her sê welatî ber bi cihekî nediyar ve birine.

Serepeyv