​​​​​​​Lubnan, Sûriye û Misirê peymaneke gazê îmze kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334751-lubnan_sûriye_û_misirê_peymaneke_gazê_îmze_kir
Lubnanê tevî Sûriye û Misirê îro peymanek îmze kir ku li gorî wê dê salane 650 milyon metrekûb gazê di ser Sûriyê re ji Misirê veguhêzin Lubnanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 21, 2022 16:55 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Lubnan, Sûriye û Misirê peymaneke gazê îmze kir

Lubnanê tevî Sûriye û Misirê îro peymanek îmze kir ku li gorî wê dê salane 650 milyon metrekûb gazê di ser Sûriyê re ji Misirê veguhêzin Lubnanê.

Îro bi merasîmekê li Wezareta Enerjiyê ya Lubnanê ku li Beyrûtê ye, Lubnan, Sûriye û Misirê  peymanek îmze kir ku li gor wê salane 650 milyon metrekûb gazê ji riya Sûriyê ji Misirê veguhêzin Lubnanê.

Li gorî peymanê, dê gaz bi riya xetên gazê ji bo stasyona kehrebeyê ya Dêr Emar a li bakurê Lubnanê bê veguhastin, dibe ku nêzî 450 MW li torê bê zêdekirin anku rojane dê 4 saet zêdetir kehrebe bê dayîn.

Ev yek li gel aloziya nebûna kehrebeyê li Lubnanê pêk tê ku bandorê li warên din jî kiriye.