Hezîran 19, 2022 13:20 Asia/Tehran
  • Koma terorîst a Heyet Tehrîr el-Şam rojava û başûrê Efrînê kontrol kir

Terorîstên Heyet Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê û Ehrar el-Şam ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, gundewarên rojava û başûrê herêma Efrînê ya kurdên Sûriyê kontrol kirin.

Çavkaniyên nûçan ji Efrînê ragihandin ku hêzên Heyet Tehrîr el-Şam bajarokê Cindirêsê kontrol kirin û hêzên wan gihiştine rêbenda rojavayê Efrînê.

Ji aliyê başûr ve jî, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam tevahiya xeta başûrê Efrînê heta rêbenda gundê Tirindê ku niha taxeke Efrînê ye kontrol kirine.

Çavkaniyên nûçan tekez dikin ku grûpên din çeteyên Tirkiyê bê berevanî vedikişin û bajarê Cindirêsê bê şer hatiye radestkirin.

Ji vê sibehê ve pêşveçûna çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam rawestiyaye lê tevger li nav bajarê Efrînê bi temamî rawestiyaye û tirs ji êrîşa Heyet Tehrîr el-Şam bo ser bajêr heye.

Herêma Efrînê ya kurdên Sûriyê ji Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û grûpên çete yên girêdayî wî welatî dagir bû.

Çavkaniyên nûçeyan dibêjin wer xuya dike ku di encama rêketineke veşartî navbera koma terorîst a Tehrîr el-Şam (Cebhet el-Nusre) û dewleta Tirkiyê de komên çete yên din ku destûrê ji Tirkiyê distînin bê şer û pevşên herêmê radestî koma Tehrîr el-Şamê dikin.

Serepeyv