Hêzên Tirkiyê santraleke elektrîkê topbaran kirin
Hêzên Tirkiyê, santrala elektrîkê û herdu bajarokên Til Temir û Zirgan li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.
Li ger çavkaniyên xwecehî, îro 22ê Gûlana 2022ê, Hêzên Tirkiyê bingeheke elektrîka bajarokê Til Temir û gundên Derdare, Til Şenan, Til Cimia, Ayêbiş û herwiha gundên Til el-Werd û Xirbt Şeyîr li bajarokê Zirgan ên bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.
Medyaya nêzîkî kurdên Sûriyê ragihand ku hêzên Artêşa Tirkiyê gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê, Til Şenan ê Asûran ê li bakur rojhilatê Til Temirê, Til Cûma yê Asûran ê li rojavayê navçeyê, gundê Xeybiş ê li başûr rojavayê navçeyê û stasyona elektirîkî ya Til Temirê, topbaran dike.
20ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare, el-Qebir el-Sexîr, Qubûr el-Qeracine û el-Şêx Elî yên di navbera herdû bajarokên Til Temir û Zirganê de li bakurê rojavayê bajarê Hesekê yê bakurê rojhilatê Sûriyê topbaran kiribûn.