May 17, 2022 18:52 Asia/Tehran
  • Du gullên topên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li Şedadê ketin

Du gulleyên topê li nahyeya Şedadê li başûrê bajarê Hesekê ketine xwarê û di encam de ziyanên maddî çê bûne.

Medyaya nêzîkî kurdên Sûriyê belav kiriye ku şeva borî du gulleyên topê li nahyeya Şedadê li başûrê bajarê Hesekê ketine xwarê. Ev du top ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê hatine avêtin.

Di encama ketina wan topan de zirarên maddî gihîştine malekê, lê ti zirarên canî nebûne.

Ji aliyekî din ve, hinek çavakniyan belav kiriye ku çend gulleyên topê li derdora bingeha hêzên Amerîkayê ya li bajarokê Şedadê ketine xwarê û dengê çend teqînan hatiye bihîstin.

Ti zanyarî derbarê ziyanên canî de nehatine belavkirin û çavkaniya wan topan jî nehatiye zanîn.

Hinek çavkaniyên din jî amaje bi wê yekê dane ku balefirên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê li esmanê navçeyê geriyane, lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Roja 7 vê mehê li parêzgeha Dêrezorê, topek ji aliyê navçeyên hikûmeta Sûriyê û hêzên piştgirê hikûmetê ve li navçeyên Hêzên Sûriya Demorkatîk (HDS) ve hatibû avêtin û li zeviyên Konîko ketibû xwarê.

Serepeyv