Bi miliyon zarok li Sûriyê hewcetî bi alîkariyên NY hene
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya herî nû da ragihand ku zêdetirî 12 miliyon û 300 zarokên Sûriyê ji bo derbaskirina jiyanê hewcetî bi alîkariyên mirovdostane hene.
Adil Xidir Rêveberê navçeyî yê UNICEF'ê li Rojavayê Asyayê û Bakurê Afrîqayê roja derbasbûyî bi daxuyaniyekê ragihand ku bi miliyon zarok li Sûriyê û welatên din ên cînar hema wisa di nava tirs, çarenivîsa nediyar û hewcetiya bi alîkariyên mirovdostane da dijîn.
Li gorî amara herî nû ya NY, Zêde ji şeş miliyon û 500 hezar zarok li Sûriyê hewcedarî alîkariyê ne û nêzikî pênc miliyon û 800 hezar zarokên sûrî jî li welatên cînar hewcedarî alîkariyê ne.
Di vê daxuyaniyê da her wiha hatiye: Hîn demeke zêde maye ku qeyrana Sûriyê bi dawî were. JI sala 2011an va heta niha 13 hezar zarok li vî welatî hatine kuştin an birîndar bûne.