May 04, 2022 08:54 Asia/Tehran
  • Li Kampa Holê 23ê kes bi tohmeta DAIŞê hatin girtin

Asayîşa Kampa Holê ya ser bi teşkîlata bi navê Rêveberiya Xweser li nav kampê 23ê kes bi tohmetbariya pêwendiya bi şaneyên DAIŞê re li derveyî kampê girtin.

Li gor çavkaniyên ewlekariya rêxistina kurdên sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser, Asayîşa Kampa Holê li nav kampê 23ê kes bi tohmeta danûstandina ligel şaneyên DAIŞê li derveyî kampê girtine ku dixwestine êrîş, tundûtîjî û teqînan li navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê bikin.

1ê Gulanê jî, Asayîşa Kampa Holê termê koçberekî Iraqî li nav kampê dîtibû. Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov di Nîsana borî de 6 kes ji aliyê şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê hatibûn kuştin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Sûriyê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û %96 ji wan jin û zarok in, %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Serepeyv