Dewleta Tirkiyê navenda Kobanê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i333434-dewleta_tirkiyê_navenda_kobanê_bombebaran_kir
Artêşa dagirker a Tirkiyê îro navenda bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê topbaran kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2022 09:30 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê navenda Kobanê bombebaran kir

Artêşa dagirker a Tirkiyê îro navenda bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê topbaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dewleta Tirkiyê li gorî saeta herêmî saet 10.00’an a îro Înê navenda bajarê Kobanî li Herêma Firatê ya Taxa Kaniya Kurdan û kolana 48’an a Kobanê bombebaran kir. 

 Hatiye ragihandin ku heta niha 4 gulleyên topê li taxa Kaniya Kurdan û Kolana 48an ên bajêr ketine.

Ajansa NPA a nêzî Rêveberiya xweragihandî ya Xweser belav kiriye ku topbaran bûye sedema zirarên maddî lê heta niha ti zirarên canî çê nebûne.