HSDê derbarê nûçeya canjidestdana 13 şervanên xwe de daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de nûçeya canjidestdana 13 şervanên xwe ji aliyê Tirkiyê ve derewand. Tirkiyê ragihandibû 13 şervanên HSDê ku xwestine li herêma Operasyona Kaniya Aştiyê (Girê Spî û Serê Kaniyê) êrîşan pêk bînin, di berteka hêzên wan de canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ku li ser twittera xwe belav kiriye, ragihandiye ku li Girê Spî û Serê Kaniyê yên bakurê Sûriyê 13 şervanên YPGê di encama êrişa hêzên wan de jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îddîa kiribû ku wan şervanên YPGê hewl didan derbasî herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin.
Lê HSD her îro li ser van zanyariyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyanî da û got, “Ev îdia ne rast in. Şervanên me di rojên dawîn de tu çalakî li dar nexistin. Tu şervanên me şehîd nebûne.”
HSDê amaje bi wê yekê jî kiriye ku artêşa Tirkiyê di wan rojên dawî de êrişên xwe zêde kirine, bi taybet jî li ser herêma Til Temirê û dibêje, artêşa Tirkiyê “dema Kiristiyanan Cejna Paskalayê pîroz dikir gundên Til Temirê topbaran kir.”
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku Tirkiye dixwaze “bi belavkirina derewan binpêkirinên mafên mirovan binixumîne.”