Derxistina karwanê leşkerî yê Amerîkî ji aliyê xelkê gundekî li rojhilatê Sûriyê
Nîsan 14, 2022 20:33 Asia/Tehran
Şêniyên gundê El-Quseyr ê herêma Qamişlo ya Sûriyê, karwanekî hêzên Amerîkî neçar kirin ku ji wî gundî derbas nebin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), şêniyên êla El-Genamiyê ya li gundê El-Quseyr ê bajarê Qamişlo li bakurê parêzgeha Hesekê îro Çarşemê derbasbûna karwanekî leşkerên dagirker ên Amerîkayê yê ku ji 4 otombîlên leşkerî pêk dihat ji vê gundî ber bi rêya navneteweyî ya ku di vê herêmê re derbas dibe, asteng kirin.
Li gorî vê raporê, xelkê El-Quseyre bi keviran êrişî karwanê amerîkî kirin û ew ji herêmê derxistin.
Artêşa Amerîkayê bi awayekî neqanûnî li bakur û rojhilatê Sûriyê hene û çavkaniyên petrolê û berhemên çandiniyê yên herêmê talan dikin û ji bo ku mayîna xwe li herêmê misoger bikin piştgiriyê didin HSDê.