Nîsan 10, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Dronekê Girê Kebez li Dirbêsiyê topbaran kir

Hêzên Tirkiyê bi dronekê Girê Kebez yê bi ser navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê li herêma kurdî ya bakurê Sûriyê topbaran kir.

Çavkaniyên xwecihî ji Dirbêsiyê dibêjin Tirkiyê bi rêya balefireke bê pîlot (dron) Girê Kebez li bajarê Dirbêsiyê li parêzgeha Heseke topbaran kir.

Hinek çavkaniyên din amaje bi wê yekê didin ku dronê otombîlek li ser rêya Dirbêsiyê - Serê Kaniyê di navbera herdû gundên Melik û Qeyrewan armanc kiriye û li gor zanyariyên destpêkê, kesek hatiye kuştin û 2 kesên din birîndar bûne.

Heman çavkanî dibêjin ew ji bo nexweşxana Şehîd Xebat li Dirbêsiyê hatine veguhastin.

Herwiha medyaya nêzîkî teşkîlata xweragihandî ya  Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê jî piştrast kir ku balafireke bê mirov a bi çek a Tirkiyê a dagirker saet 16:45'an girê Gundê Kebezê bomebebaran kir.

Gundê Kebez derdora 20 kîlometereyan dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê ya devera Hesekê.

Serepeyv