Nîsan 01, 2022 20:21 Asia/Tehran
  • Cejna Ekîdo; sembola jiyana hevbeş a Mezopotamyayê

Cejna Ekîdo ji cejnên herî kevnar e. Ev cejn mîrateya çandî û şaristanî ya gelek gelan e, bi taybet gelê Suryan, Aşûr û Keldan.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Cejna Ekîdo di destpêka meha Nîsanê de  ji aliyê Suryanan ve tê pîrozkirin. Ev cejn destpêka jiyanê di biharê de temsîl dike û destpêka sala nû ye. Wateya wê ‘dema çandin û çinîna ceh e’.

Gel û pêkhateyên Mezopotamyayê cejnên biharê yên di mehên Adar û Nîsanê de pîroz dikin û yek ji wan cejnan jî Ekîdo ye wekî Newroz û cejna Çarşem Sor.

Li gorî salnameya Suryanî, Aşûrî û Babilî, dîroka pîrozkirina cejna Ekîdo vedigere 6772 salan.

Rewşenbîrê Suryan Corc Yûsif ji navçeya Tirbespiyê diyar kir ku gelê Suryan her sal bi beşdariya pêkhate û mezhebên din vê cejnê pîroz dikin.

 

Corc Yûsif destnîşan kir ku parastina van cejnan erkeke li ser milê gelên herêmê ye. Her wiha da zanîn ku pîrozkirina van cejnan, bi taybet Ekîdo û Newrozê, hevgirtinê di navbera pêkhateyan de xurttir dike.

 

Serepeyv