Stratejiya pêngav bi pêngav a Rûsiyê ji bo çareserkirina nakokiyên Şamê û Kurdên Sûriyê
Çavkaniyên sûrî qala hewildanên Rûsiyê ji bo çareserkririna nakokî û qelaşa heyî navbera dewleta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê çarenûsa navçeyên bakurê rojhilatê vî welatî kir.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Erebiye El-Cedîd, çavkaniyên agah li bakurê rojhilatê Sûriyê ne ragihand ku aliyê rûsî stratejiyeke pêngav bi pêngav ji bo nêzikkirina dewleta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest pê kiriye.
Van çavkaniyan ragihand ku biryar e bi zûtî taximeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) biçe Moskoya paytexta Rûsiyê da ku di gel rayedarên Wezareta derve ya Rûsiyê derbarê dosyeyên cûr bi cûr ên kêşeliser di gel dewleta Sûriyê bişêwire.
Li gorî vê raporê, di rojên derbasbûyî da aliyê rûsî çavdêriya li ser berbendeke ewlehiyê ya herî mezin a bajarê Qamişloyê (navendeke lêgerînê ku ji mezintirîn baregehên hêzên ewlehî û lêgerînê yên dewleta Sûriyê ye) kiriye.
Rakirina vê navenda lêgerînê li ser fermana Rûsiyê wek beşeke kiryarên pêkanîna pêbaweriyê navbera Rêveberiya xweser a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û dewleta Sûriyê pêk hatiye.