Nûnerê Sûriyê: Armanca Amerîkayê ya bûyerên Hesekeyê vejiyandina DAIŞê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i331693-nûnerê_sûriyê_armanca_amerîkayê_ya_bûyerên_hesekeyê_vejiyandina_daiŞê_ye
Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY got: Armanca Amerîkayê ji bûyerên Hesekeyê vejiyandina koma terorîst a DAIŞ ji bo pînekirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2022 07:06 Asia/Tehran
  • Nûnerê Sûriyê: Armanca Amerîkayê ya bûyerên Hesekeyê vejiyandina DAIŞê ye

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY got: Armanca Amerîkayê ji bûyerên Hesekeyê vejiyandina koma terorîst a DAIŞ ji bo pînekirina hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ye.

Li gorî rapora SANA Newsê, Besam Sebax Çarşemiyê bi şev di axaftinekê da li civîna Konseya Ewlehiyê, got: Konseya Ewlehiyê bûye trîbûnek ji bo welatên din da ku îdia û tawanên xwe yên nedurust dijî Sûriyê dibare bikin, di halekî da ku tu civîneke awarte bi mebesta şermezarkirina destdirêjiyên berdewam ên Israîlê dijî Sûriyê an şermezarkirina kiryarên hêzên dagirker ên amerîkî û tirk nehatiye lidarxistin.