Çile 24, 2022 09:51 Asia/Tehran
  • HSD: Di şer û pevçûnên Hesekê de 175 terorîstên DAIŞê û 27 şervanên HSDê hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya HSDê duh bîlançoya 3 rojan a şer û pevçûnên li Hesekê aşkere kir û ragihand, di şer û pevçûnên li derdora girtîgeha Sinaa ya Hesekê de 175 terorîstên DAIŞê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin û 27 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane.

Şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk duh hûrgiliyên êrişa  DAIŞê ya li dijî girtîgeha Sinaa ya li Hesekê daxuyaniyek da.

HSD amaje bi wê yekê dike, ku DAIŞê ji bo pêkanîna êrişa li ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê zêdeyî 6 mehan amadekarî kiriye û dibêje, “Li gorî îtirafên hinek çeteyên êrişkar ku hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekuj cih girtine û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Girê Spî û hinek ji wan jî ji milê Iraqê ve hatine û van çeteyan xwe di taxa Xuwêran de bi cih kirine.”

Di daxuyaniyê de HSD herwiha daye xuyakirin ku şer û pevçûnên dijwar li Hesekê diqewimin û dibêje, “şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin, pêk hat. Him li taxa Xiwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuhûr û him jî li Qada Panaroma pevçûnên dijwar çêbûn û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tesfiyekirin. Careke din li taxa Xiwêran hin stargehên wan ên veşartî û çekên giran ên wekî doçka jî hatine desteserkirin.”

Fermandariya Giştî ya HSDê bîlançoya şerê 3 rojan jî belav kiriye û diyar kiriye, di 3 rojan de zêdeyî 160 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê hatine kûştin. Bi giştî 175 çete hatine kûştin û  27 şervanên HSD jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniyê, hêzên HSDê û Asayişê li Hesekê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin li dijî çekdarên DAIŞê kirin û niha rewş ketiye bin kontrolê.

Serepeyv