Zêdan El-Asî: Hêzên me girtîgeh û taxa Xiwêran bi temamî kontrol kir
Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê an bi navê "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" Zêdan El-Asî got, girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi temamî di destê hêzên wan de ne û diyar kir ku şer heta vê kêliyê berdewam e.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha taxa Xiwêran a girtiyên DAIŞ'ê û bersivdana van êrişan ji ragihandina Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê re axivî.
Zêdan El-Asî ragihand ku girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran bi temamî di bin kontrola wan de ye û got: "Ez hêzên me yên leşkerî, ewlehî û şêniyên ku li kêleka hêzên me di têkbirina vê êrişê de sekinîne, silav dikim. Niha hêzên me bi desteka hewayî ya koalîsyonê girtîgeh û taxa Xiwêran bi temamî kontrol kiriye, tenê çend kes mane û şer heta vê kêliyê berdewam e."
Zêdan El-Asî îşaret bi êrişên Tirkiyê jî kir û got: "Wekî me dît, bi destpêka êrişên endamên çeteyên DAIŞ ên terorîst re Tirkiyê hêzên xwe û çeteyên xwe ber bi Til Temirê ve xistin tevgerê.
Her wiha bi balafirên bêmirov karwanê ku piştgirî bida û li hember komên terorîst bisekiniya kir hedef."
Zêdan El-Asî bang li civata navneteweyî kir ku ji bo têkbirina rêxistina terorîst gavên aktîvtir bavêje û ev tişt diyar kir: "DAIŞ hîna heye û hewl dide ku li Sûriyê û Iraqê hêza xwe ji nû ve vegerîne. Divê civata navneteweyî berpirsyartiyên xwe li hemberî vê rêxistinê bi cih bîne. Ji ber ku ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter e, di heman demê de li ser tevahî cîhanê xeter e. Hêviya me ew e ku civata navneteweyî ji bo destekdayîna QSD û tunekirina terorê gavên cidîtir bavêje."