Çile 21, 2022 15:20 Asia/Tehran
  •  HSD: Li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çeteyên DAIŞê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên taybet, hewldaneke revîna komî ya çeteyên DAIŞ`ê têk bir û li derdora girtîgeha Xiwêran a Hesekeya Sûriyê 89 çete girtine.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSD`ê, dema çeteyên DAIŞ`ê hewl didan bi awayekî komî ji girtîgehê birevin, hêzên wê li derdora girtîgeha Xiwêran 89 çete girtin.

HSD’ê diyar kir ku şaneyên DAIŞ`ê yên ketine malên sivîlan ên li taxa Zihûr, gulleyan berdidin û dixwazin bi vê yekê hêviyê bidin çeteyên girtî.

HSD`ê eşkere kiribû ku vê sibê 5 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin ku êrişî girtîgehê kiribû. Di nav wan çeteyan de çeteyên ji Çînê jî hene. Her wiha li derdora girtîgehê şer berdewam e.

Serepeyv