Çile 21, 2022 13:10 Asia/Tehran
  •  Li Efrînê êrîşa mûşekî: Gelek kuştî û birîndar hene

Li bajarê kurdî yê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê duh Pêncşemê êrîşeke bi mûşekan pêk hat û di encama êrişê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişa duh de li Efrînê 6 kes hatine kuştin ku 2 ji wan zarok in û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyan, di êrîşê de hejmareke otomobîl jî şewitîne.

Parêzgariya Hatayê ya Tirkiyê jî ku serpireştiya birêvebirina herêma dagirkirî ya Efrînê dike, derbarê êrişa mûşekî ya li Efrînê de daxuyaniyê dide û dibêje, êriş roja Pêncşemê di saet 15:30an de û bi 5 mûşekan pêk hatiye.

Di daxuyaniya xwe de, Parêzgariya Hatayê YPGê bi encamdana êrîşê tohmetbar kiriye û îdia dike ku "ji herêma Til Rifatê ber bi navenda Efrînê ve 5 mûşekên Grad hatin avêtin."

Lê belê heta niha ti aliyekî bi fermî berpirsyariya vê êrîşa mûşekî li xwe negirtiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî dibêje ku di êrîşê de 6 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne û îdia dike ku êriş ji herêmeke di bin kontrola hêzên Kurdî û hêzên hikûmeta Sûriyê de çê bûye.

Ev êrîşa bi mûşekan di demekê de ye ku 4 sal di ser dagirkirina herêma Efrînê re derbas dibe. Di 20ê çileya 2018an de Tirkiyê û grupên çekdar  dest bi êrîşa xwe bo ser Efrînê kirin û di 18ê Adara heman salê de dagirkeriya xwe li ser herêmê ragihandin.

Di encama êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê de, herî kêm 300 hezar welatiyên Kurd ji Efrînê hatin koçberkirin û ji wê demê ve mal û milkên welatiyên Kurd li Efrînê tên talankirin û binpêkirinên li wê herêmê ji aliyê çeteyên Tirkiyê û artêşa vî welatî ve berdewam in.

Serepeyv