Artêşa Tirkiyê bi top û hawanan êrîşî bakurê rojhilatê Helebê kir
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi top û hawanan hin gund û bajarokên bakurê rojhilatê Helebê topbaran kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, Artêşa Tirkiyê û terorîst û çeteyên girêdayî wê deverên Şêx Nasir, El-Şuihe, El-Zerzûr li rojhilatê Babê, El-Erîme, Mezeyên El-Fewars, El-Yalnî, Qert-Wêran û El-Musinlî topbaran kirin an jî bi hawanê ew der kirin hedef û gelek zirar û ziyan gihandin wan deveran.
Li taxên bakurê Minbicê jî leşkerên Tirk û çeteyên wan bi topan gundên El-Seyad û Cemûsiyê topbaran kirin û di encamê de tirs û xuf kete dilê xelkê sivîl ên deverê.
Şêniyên gund û bajarokên bakurê Helebê li dijî hebûna hêzên dagirker ên Tirkiyê xwepêşandan kirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakurê Sûriyê ji aliyê gel û hikûmeta Sûriyê û civaka navneteweyî ve tên şermezarkirin.