Kanûn 29, 2021 14:35 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Sûriyê: Tirkîye dagirker e

Feysel Miqdad, Tirkiye wek dagirkerê beşek ji axa Sûriyê bi nav kir û ragihand, Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê dagir kiriye û hewla Turkkirina wê dide û ew yek dibe sedema wêranbûna welat.

Miqada da xuyakirin ku Tirkiyê astengiyan li pêşiya pêvajoyên Astana û Soçî datîne. 

Derbarê proseya destûrî de Wezîrê Derve yê Sûriyê destnîşan kir ku ew bi awayekî pozetîv ligel wê mijarê didin û distînin, û tekez kir pirsgirêka wan bi nûnerê NY re tuneye lê pirsgirêka wan bi wan kesan re heye ku bi hezaran terorîst şandine û bi milyaran dolar pere xerc kirine ji bo ku Sûriyê wêran bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê di beşeke axavtina xwe da jî got: Ddema ew bi HSDê re li ser mijarekê li hev dikin, gava ku Amerîka li dij derdikeve, HSD rêkeftinê red dike.

Serepeyv