Kanûn 27, 2021 08:49 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê rê li ber hêzên Amerîkî girt

Artêşa Sûriyê rê neda dewriyeke hêzên Amerîkî derbasî gudnekî Til Temirê bibe û neçar kir ku hêzên Amerîkî vegerin.

Li gor ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê SANA, duh Artêşa Sûriyê li nêzîkî Mezreaet El-Şiwêş yê Til Temirê rê neda hêzên Amerîkayê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, ew karwanê hêzên Amerîkî ji çar zirîpoşan pêk dihat û dixwest derbasî gundê Mezreaet El-Şiwêş bibe, lê hêzên Amerîkî nekarîn derbas bibin û vegeriyan.

Hêzên Amerîkayê berdewam li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê dewriyan pêk tînin. Lê ev demek e Artêşa Sûriyê û grûpên çekdar û welatiyên hejmareke gundên Erebnişîn yên Qamişlo û Til Temirê rê li ber dewriyên Amerîkî digrin.

Dewriya hêzên Amerîkî ya li Til Temirê jî di demekê de ye ku van rojên dawîn, artêşa Tirkiyê li gel grûpên çekdarên êrişên xwe li ser wê herêmê û Zirganê zêde kirine.

Serepeyv