Sebax xemsariya Neteweyên Yekbûyî li hember rewşa Sûriyê rexne kir
Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî rexne li guhnedana vê rêxistinê ser rewşa mirovî li Sûriyê û karesatên dagîrkerî û dorpêçên Amerîkayê li ser gelê Sûriyê girt.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sûriyê (SANA), Besam Sebax nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja duşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya Sûriyê got: Ji bo pêkanîna aramiyê pêwîstî bi jinavbirina komên têrorîst û jinavbirina dagirkeriya Tirkiyê û Amerîkayê heye herwiha pêwîst e ambargo û cezayên yekalî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li ser Sûriyê jî werin rakirin.
Sebax anî ziman ku her nirxandineke objektîf derbarê aloziyên rewşa mirovî li Sûriyê dê bigihê encamekê, eva ku hegera vê rewşê, dagîrkeriya Tirkiyê, kiryar û cinayetên wê û piştgiriya wê ji komên terorîst û çeteyên girêdayî wê li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê ye.
Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî diyar kir ku Sûriyê dê berdewam be li dabînkirina asankariyên pêwîst bo Netewên Yekbûyî û saziyên wê yên jêhatî ji bo cîbicîkirina biryara 2585 ya Encûmena Ewlekariyê ya derbarê dirêjkirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, eva di rewşekê de ye ku Tirkiye û kiryarên wê yên terorîstî yên li Idlibê cîbicîkirina vê biryarê asteng dike.
Sebax tekezî kir li ser pabendbûna Sûriyê bi çareseriya siyasî li ser bingeha diyaloga niştimanî ya Sûrî-Sûrî, da ku daxwazên gelê Sûriyê bên cîbicîkirin û pabendbûna tam bi serwerî, serxwebûn, yekrêzî û yekperçetiya axa Sûriyê were garantîkirin.
Nûnerê Sûriyê desnîşan kir ku ji bo rawestandina hemû şer û pevçûna li Sûriyê, jinavbirina komên têrorîst ên ser bi DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê pêwîst e û wî her wiha bi dawîhatina dagîrkeriya Amerîkayê û berfirehbûna kontrola hikûmetê li ser hemû axa Sûriyê û vegerîna ewlehî û aramiyê bo vî welatî jî bona rawestana şer û pevçûnan pêdivî da zanîn.