Li rojhilatê Sûriyê 6 kes bi destê DAIŞê ve hatin kuştin
Koma bi navê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku ji destpêka vê mehê ve 6 kes, di nav wan de 4 jin, li kampa Holê ya li rojhilatê Heseke hatine kuştin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya ajansa nûçeyan a ISNA`yê; Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de ragihand ku şeş kes ji destpêka meha Kanûnê ve ji aliyê şanên razayî yên DAIŞê ve hatine kuştin, herî dawî li kampa Holê roja Şemiyê ji ber gullereşandin kesek hat kuştin.
Li gorî ragihandina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di nav kuştiyan de 2 zilam û iraqiyek, 2 penaberên Sûrî û yekî din jî ku nasnama wî hîn nehatiye diyarkirin hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan herwiha eşkere kir ku hejmara kesên ku ji destpêka îsal ve ji aliyê DAIŞê ve li nava kampa Holê hatine kuştin, gihîştiye 86 kesan ku piraniya wan Iraqî ne.
Li gor amarên herî dawî, niha li kampa Holê 57 hezar û 460 kes dimînin ku beşeke ji wan jin û zarokên terorîstên DAIŞê ne, herwiha hejmarek mezin ji wan jî welatiyên Iraqê û Sûriyê ne.