Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li Efrîna dagirkirî 12 welatî revandin
Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê di çend rojên borî de 12 welatiyên ji navçeyên Cindirêsê, Mabata, Raco, Şiyê, Şera û Bilbilê yên kantona Efrînê ya dagirkirî, revandin.
Li gorî rapora Hawar Newsê, Çavkaniyan ji Efrîna dagikirî ragihand ku çeteyên “Polîsa Sivîl” welatiyê bi navê Şêx Mûse Xelîl ji gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, revand.
Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên “Polîsa Sivîl” her wiha welatiyê bi navê Mihemed Seydo ji navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîn a dagirkirî, revandin.
Çeteyên Semerqend 3 welatî (Ebdulrehman Birîmce yê 57 salî, Ebdullah Xelîl Murad ê 53 salî û Şamîran Xelîl Hac Ebdo) ji gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê revandin.
Çeteyên Feyleq El-Mecid welatiyê bi navê Hisên Henan Beyram ê 47 salî ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê ya dagirkirî, revand.
Çeteyên bi navê Sultan Şah (Emşat) welatiyê bi navê Rizgar Fewzî Ekaş ji gundê Kaxrê yê navçeya Mabata ya herêma Efrîn ê dagirkirî, revandin.
Çeteyên bi navê “Ewlehiya Siyasî” welatiya bi navê Tolîn Îbrahîm ji navçeya Mabata revandin.
Çeteyên bi navê Sultan Şah herdu welatiyên bi navê Osman Ebdîn Reşîd û Mihemed Omer Heyder Reşîd ji gundê Xelîl ê navçeya Şiyê, revndin.