Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke DAIŞ'ê li kampa Holê girt
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtina şaneyeke veşartî ya terorîstên DAIŞ’ê ragihand.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro der barê êrişa li dijî navenda pêşwazîkirinê ya li kampa Holê de, di daxuyaniyek de ragihand: "Yek ji şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê yên di kampa Holê de, 12'ê Mijdarê saet di 3:30'an de bi çekên sivik êrişî navenda pêşwazîkirinê ya li kampê kir. Di encamê de 2 kesên ku di kampê de dimînin jiyana xwe ji dest dan. Hêzên me ketin tevgerê û ji bo êrişkeran bigirin dest bi lêgerînê kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dewama daxuyaniya xwe diyar dike ku hêzên wê êrişa desteya DAIŞê têk bir û endamên vê desteyê girtin.
Vê fermandariyê herwiha daye diyar kirin ku hêzên wê li gorî derfetên xwe ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê li kampa Holê ku bi hezaran malbatên endamên DAIŞ'ê yên ji neteweyên curbicur lê kom bûne tev digere. Lê kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye, divê hemû hêzên navneteweyî di çareserkirina vê pirsgirêkê de xwe berpirsiyar bibînin.