Di êrişa balafirên dewleta tirk ser bajarê Qamişloyê de 3 kurdên sûrî hatin kuştin
Balafireke bê pîlot ê Tirkiyê otomobîlek li bajarê kurdî yê Qamişloyê li bakurê rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina Rûdawê, îro saet 15.00 ser wextê herêmê droneke Tirkiyê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê êrîşî otomobîlekê kir ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û otomobîl bi tevahî hate şewitandin.
Berpirsê Ragihandina YPGê Siyamend Elî di twîttekê de ragihand, êrîşa Tirkiyê bi riya dronekî hatiye kirin û di encam de kesayetiya siyasî yê Kurd Yûsif Gulo û 2 kurên wî Mihemed û Mezlûm Gulo jiyana xwe ji dest dan.
Gelek kes ji malbata Gulo li şer û pevçûnên li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, Yûsif Gulo jî, kesayetîyeke naskirî ye li nav kurdên sûrî, ew bavkalê Serkirdeyê HSD Rêzan Gulo ye.