Çekdarên nenas li Dêrazorê du kes kuştin
Mijdar 02, 2021 23:51 Asia/Tehran
Li gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişeke çekdarî hate kirin, di encamê de du kes hatin qetilkirin.
Li bajarokê Hiweyîc Bomese yê gundewarê rojavayê Dêrazorê çekdarên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn gulle li du kesan reşandin û ew qetil kirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên nûçeyan yên xwecî ji herêmê dane, kesên hatine qetilkirin, Faxir El-Coşanî ye ji bajarokê Eyaş ê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û yê din ji bajarê Qamişlo ye, lê nasnama wî nehate diyarkirin.