Mijdar 01, 2021 15:10 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana gelê Sûriyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê

Gelek ji şêniyên bajarê Helebê yê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî televîzyona El-Axbariye; Şêniyên gundê Dêr Cemal li gundewarê bakurê Helebê li Sûriyê îro Duşemê xwenîşandanek li dar xistin û kiryarên şebekeyên terorîst ên çekdar ên girêdayî Tirkiyê weke dagirkerî şermezar kirin.

Xwepêşanderan piştevaniya xwe ji hikûmet û artêşa Sûriyê re li şerê dijî terorîstan û dagîrkeran heta azadkirina temama Sûriyê nîşan dan.

Şêniyên bajarê Dêr Cemal hin plakart rakiribûn ku tê de tekez kiribûn ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dê weke kelemên di çavên dijminan de bimîne û dê xwîna xwe ji bo rizgarkirina hemû axa Sûriyê ji qirêjiya dagirkeran, bidin.

Artêşa Tirkiyê di 9ê Cotmeha 2019an de bi behaneya şerê li dijî terorê û paqijkirina sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji hebûna grûpên opozisyona kurdî ku Enqere wan bi terorîst bi nav dike, derbasî nav axa Sûriyê bû.

Hikûmeta Şamê bi caran hebûna leşkerên Tirkiyê û çeteyên wê li nav axa Sûriyê protesto kiriye.

Serepeyv