Cotmeh 28, 2021 15:25 Asia/Tehran
  • Tirkiye bi sedan serbazên xwe û çete li bakurê Sûriyê belav dike

Medya Cîhan û herêmê ragihand ku Tirkiyê bi sedan leşkerên xwe û çeteyên girêdayiyê xwe li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî bi cih kirin.

Malpera Bloombergê li ser zarê du berpirsan ku nexwestine navê wan bê eşkerekirin belav kiriye ku di tarîtiya şevê de Tirkiyê bi sedan serbazên xwe û çete li bakurê Sûriyê dijî hêzên Kurdî belav kirine, daku çend navçeyan li başûrê Kobanî kontrol bike û navçeyên bin kontrola xwe li rojhilat û rojavayê Çemê Firatê bi hev ve girêde.

Ew herdû berpirs dibêjin, bi awan êrîşan çend armancên Tirkiyê hene, dixwaze piştgiriya navxweyî bidest bixe, guşarê li Amerîka û Rûsyayê bike daku sînorekî ji hêzên Kurdî re deynin, hevdem armanceke din girtina Binkeyê Esmanî yê Minax e li nêzîkê bajarokê Ezazê ku di destê YPGê de ye û Tirkiye wek cihê êrîş û xweveşartina şervanan bi nav dike.

Destpêka vê mehê du efserên polîs ên Tirk li ser sînorê Sûriyê di bombebaranekê de hatin kuştin, piştî vê bûyerê Enqerê êrîşên xwe bo ser pêgehên YPGê zêde kirine, Amerîkayê kuştina herdû efserên Tirkiyê şermezar kir, lê xwest alî rêzê li agirbesta şer bigrin. Piştî wan êrîşan, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amaje bi plana operasyoneke nû da, niha jî ku hêzê li bakurê Sûriyê kom dike, li ser gefên xwe berdewam e.

Serepeyv