Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Şêx Îsa li Şehbayê topbaran kir
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê gundê Şêx Îsa li Şehbayê bi giranî topbaran kir û di endamê de du zarok û du leşkerên Sûriyê birîndar bûne.
Çavkaniyên xwecihî yên ji Efrînê belav kirine ku Artêşa Tirkiyê çeteyên wê ve, gundê Şêx Îsa li derdora kantona Şehbayê topbaran kirine.
Di encama wê topbaranê de, 2 zarok ku koçberên Efrînê ne û li wê navçeyê bicih bûne, herweha 2 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve li gor heman çavkaniyan, Artêşa Sûriyê gelek ji hêzên xwe û yên gelanî ku piştgiriya artêşê dikin şandine derdora bajarokê Til Rifet û gundê Dêr Cemal li Şehbayê.
Herêma Şehbayê ku bajarokê Til Rifet navenda wê ye, bi awayekî berdewam rastî êrişên hêzên Tirkiyê û çete û terorîstên ser bi wî welatî ve tê, lê di van demên dawî de, êrişên li ser wê herêmê zêdetir bûne.
Tirkiye herwiha di demên dawî de gefa pêkanîna operasyoneke nû di nav axa Sûriyê de dike û bi awayekî zelal û aşkere Til Rifet wek armanc nîşan dide.
Herêma Şehbayê û bajarokê Til Rifet di bin kontrola hêzên Kurdî de ne û ew navçe ser bi Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê ve ye.