69 malbatên terorîstên DAIŞê ji kampa Holê hatin derxistin
Karwanê 19mîn ku ji 69 malbatên terorîstên DAIŞê pêk dihat ji kampa Holê ya rojhilatê Sûriyê hat derxistin.
Rêveberiya kampa Holê bi piştgiriya êl û hozên ereb biryar da ku vê carê 69 malbatên terorîstên DAIŞ ji kampê derxe da ku li warên xwe vegerin.
Ev beşa 19mîn e ku ji kampê tê derxistin, rêveberiya kampê diyar dike ku tevî reftarên dudil ên van koçberan, ew rijd in li ser derxistina koçberan, ji ber ku îmkan û karînên kampê sînordar in û rewş ji bo kesên di kempê de pir dijwar e.
Munîr Mihemed, Berpirsê Ofîsa Derketina ji Kampê, dibêje, “Hejmara koçberên Dêrazorê 1300 malbat in , wate 3000-4000 kes in. Niha amadekariyên derxistina beşa 19mîn a koçberan dibe û berê wan li Dêrazorê ye, piştî ku me belgeyên wan piştrast kirin, ji bo ew deverên ku biçinê, me rêdana ewlekarî xwestiye ji aliyên pêwendîdar da ku bo deverên wan bêne veguhestin. Lîsteke navan hazirkirî ye û li gorî wê koçber tên derxistin.”
Ji sala 2016ê ve û di encama operasyonên HSD û Hevpeymana Navdewletî li ser deverên DAIŞ, bi hezaran koçber ji nava şer bo kampa Holê hatin veguhestin.
Li gor amarên rêveberiya kampê 58,965 koçber li cem wan mane, piraniya wan malbatên sûrî û iraqî ne, hinek jî terorîstên DAIŞ yên biyanî û malbatên wan in.