Cotmeh 02, 2021 15:42 Asia/Tehran
  • Teşkîlata kurdên Sûriyê pêşwazî li biryara NYê ya li ser kampa Holê kir

Teşkîlata kurdên Sûriyê ya bi navê Rêveberiya Xweser ragihand, “Biryara NY ya li ser kampa Holê erênî ye.”

Hevserokê Navenda Peywendiyên Derve ya Teşkîlata kurdên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê vî welatî Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî ya piştî civîna 76an ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku di 29ê Îlonê de destpê kiribû, erênî nirxand.

Ebdulkerîm Omer dibêje ku armanc ji însiyatîfê ew e, ku welatên cîhanê, welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bibûn, ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî yên li kampa Holê, vegerînin.

Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gotibû ku nabe ev rewş weha berdewam bike û hişyarî dabû, ku eger ev aloziya qanûnî bi awayekî giştî neyê çareserkirin, dê metirsiyên ewlehî yên demdirêj li ser civaka navdewletî hebin.

Antonio Guterres gotibû ku ew însiyatîfa piştgiriya diravî û teknîkî dide, da ku pêdiviyên qanûnî û mirovî yên lezgîn, ji kesên ku ji Iraqê û Sûriyê vedigerin re, werin dabînkirin.

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilata Sûriyê ku 66 Hezar û 101  kes ji endamên DAIŞê û malbatên terorîstên DAIŞê ji 60 welatan tê dane.

Serepeyv