Îlon 24, 2021 19:37 Asia/Tehran
  • Êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundên bakura Sûriyê berdewam dikin

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê îro jî gund û bajarokên bakurê Sûriyê yên wekî gundê Tewîla li rojavayê Til Temirê, gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê, gundê Eyn Deqnê yê devera Şehbayê, gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û riya M4 û gundê Qinêtir ê navça şêrawa bi dijwarî topbaran dike.

Li gor ajansên nûçeyan li Sûriyê û bakura vî welatî Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ku gelek dever û bajar û gund li Sûriyê dagir kirine îro li gund Tewîla yê dikeve rojavayê navçeya Til Temirê nuqteyeke Artêşa Sûriyê topbaran kir. Tê gotin ev topbaran dewam dike, lê hîn têkildarî ziyanan agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk û çeteyan herwiha car din gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê li ser riya navça Zirganê bi çekên giran û hawanê, topbaran dike..

Ji aliyê din ve li devera Şehbayê jî Artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwarî gundê Eyn Deqnê topbaran dike û ev.topbaran hîn berdewam e, lê tu agahî derbarê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Ajansên nûçeyan ji devera Eyn Îsayê jî ragihand ku Artêşa Tirkiyê bi çeteyên xwe ve di van saetên borî de topbarankirina gundê Mielek ê rojavayê Eyn Îsayê, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 despê kiriye ku hîn jî ev topbaran bi gullên topan û hawanê û çekên giran berdewam dike.

Li  devera Şêrawa jî artêşa Tirk û çeteyan dîsa di seetên sibehê de gundê Qinêtirê bi giranî bi top hawanan topbaran kir,. Hat ragihandin ku zêde ji 10 gullên hawan û topan li vî gundî ketine.

Ji aliyê din ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kiriye ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê noqte û çeperên komên çete û çekdar ên li derdora gundên Xesaniyê û El-Alya yên Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê bombebaran kirin, derbarê kuştî û birîndarên vê bombebarên ti agahiyek bi dest neketiye.

Serepeyv