Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên "bêçek" bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i328917-balafirên_şer_ên_rûsyayê_herêmên_bêçek_bombebaran_kir
Balafirên şer ên Rûsyayê 9 caran êrişî herêmên "bêçek" kirin. Di encamê de kesek hat kuştin. Vê dawiyê liv û tevgerên komên terorîst û çete ku Tirkiye piştgiriya wan dike li deverên hanê zêde bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2021 19:34 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên

Balafirên şer ên Rûsyayê 9 caran êrişî herêmên "bêçek" kirin. Di encamê de kesek hat kuştin. Vê dawiyê liv û tevgerên komên terorîst û çete ku Tirkiye piştgiriya wan dike li deverên hanê zêde bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî herêma "bêçek" ên bakur rojavayê Sûriyê zêde kirine. Di vê çarçoveyê de, balafirên şer 9 caran deverên cuda yên herêmên "bêçek" kirin armanc.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li bejahiya El-Kabana û El-Xidir ên Çiyayê El-Ekrad ê li bakurê Laziqiyê, her wiha herêmên El-Bara yên Çiyayê El-Zawiyê yê başûrê Idlibê, gundê El-Kînda yê gundewarê rojavayê Idlibê, kirin armanc. Di encamê de kesek li gundê El-Kînda hate kuştin.

Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê duh li asîmanê herêmên "bêçek" û herêmên gundewarê Helebê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, geriyan.