Tebax 24, 2021 20:32 Asia/Tehran
  • Tirkiyê û Çeteyên wê 7 gundên kurdên Sûriyê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê di berdewamiya êrişên xwe yên ser deverên kurdî li Sûriyê de, 5 gundên navçên Şera û Şêrawa yên Efrînê û herwiha gundekî Til Temirê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Şehbayê, artêşa Tirkiyê û çeteyên wê şeva borî saet 01:00 heta سشثف 05:00 serê sibehê çend gundên herdu navçên Şera û Şêrawa bi giranî topbaran kirine.

Medyaya nêzîkî kurdên Sûriyê ragihandiye, di êrişê de gundên Elqemiyê, Şewarixe û Kela Şewarixe yên navçeya Şera û gundên Meyase û Qintire yên navçeya Şêrawa li devera Efrînê ku di bin kontrola YPGê û artêşa Sûriyê de ne, hatine topbarankirin. Heta niha ziyanên topbaranê nehatine zanîn.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, îro gundê Derdare li bakurê bajarokê Til Temir bi tundî topbaran kirin û ji ber topbaranê jin û xurtek sivîl birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Til Temir.

Ev dema heftiyekê ye ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarananên xwe li ser bajarokê Til Temir û gundên wê zêde kirine, bi awayekê ku sînorê bajarokê Til Temirê rojane tê topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê roja Duşemê jî gundê El-Cat li Minbic û 3 gundên Til Şenan, Dirdare û Um El-Kêf ên ser bi bajarokê Til Temir ve topbaran kiribûn.

Ji aliyê din ve, Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkeriya Minbicê ragihand, ku artêşa Tirkiyê îro di saet 06:30 heya saet 07:00 de ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundê Yalinlî yê li bakurê rojavayê Minbicê ku di kontrola şervanên encûmenê de ye, topbaran kiriye ku ji ber wê 4 top li nav gund ketine di encama vê topbaranê de zirar gihîştiye zeviyên çandiniyê yên xelkê gund.

Serepeyv